Meclîsa Ciwanên Azad ava bû

Meclîsa Ciwanên Azad ava bû

Tevgera Ciwanên Kurd li Ewropayê Ciwanên Azad, di kongreya xwe ya yekemîn de meclîsa ji 51 kesan ava kir. Tevgera ciwanan biryardar bi navê Ciwanên Azad komeleyê ava bike.

Ciwanên Azad, ku bi şiyara "Ciwanên Rêxistinbûyî Garantiya Jiyana Azad û Çanda Şoreşger e" di 2'ê Mijdarê de 206 jê delege bi beşdariya 760 ciwanan yekemîn kongreya xwe lidar xist, bûyerên siyasî yên li cîhan, herêm û Kurdistanê, pratîka salekê ya ciwanan û projeya ji nû ve avabûna rêxistinbûyîna ciwanan nirxandin.

Di kongreyê de Meclîsa Ciwanên Azad a ji 51 kesan hat avakirin. Meclîs ji nûnerên rêxistinên li Elmanya, Swîsre, Îngilîstan, Fransa, Belçîka, Holanda, rêxistinên parçeyan, Elewî û Êzidiyan pêk tê.

Di danezana encamê ya kongreyê de hat destnîşankirin ku sedsala 21'an dê bibe sedsala azadiya Kurdan û hat gotin, "Ne AKP ne jî hêzeke din dê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng."

Tevgera Ciwanan da xuyakirin ku weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, di çarçoveya hesasiyetên pêvajoyê de bêyî dudiliyê bijîn, ew bi berpirsyarî û wezîfeya pêşengiya pêvajoyê re rû bi rû ne û got, "Kongreya me soza bicihanîna van berpirsyariyan e."

Di kongreya ku diyarî sê şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hat kirin de, biryar hat dayîn ku tevgera ciwanan di dema nû de xwe ji jêrê ve birêxistin bike, xebateke li ser vê bingehê ji xwe re esas bigire û ji bo bersiv ji pêdiviyên ciwanên Kurd ên li Ewropayê yên çandî, civakî, siyasî, perwerdeyî û sportîf re bersiv were dayîn, di bin navê Ciwanên Azad de sazîbûn û komele were avakirin.

Tevgera Ciwanan biryar da ku li dijî nêzîkatiyên krîmînalîze û qedexekirina tevgera azadiyê ji aliyê dewletên Ewropayê ve çalakî werin lidarxistin, li zanîngehan platformên ciwanên şoreşger ên li hemberî pergalê bên rêxistinkirin, bal were kişandin ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya Ocalan weke armanca bingehîn bê dîtin. Tevgera Ciwanan her wiha biryar da ku zimanê Kurdî li her qada jiyanê bê bikaranîn û ji bo bikaranînê teşwîk were kirin.