MDDP'ê êrîşa li Kobanê şermezar kir

MDDP'ê êrîşa li Kobanê şermezar kir

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (MDDP) êrîşa li Kobanê şermezar kir û ji gelê Kurd re sersaxî xwest.

Di daxuyaniya nivîskî de li ser navê gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî êrîşa hovane ya li dijî Hevya Sor hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kurd ji destpêka pevçûnên li Sûriyê û vir ve neketiye bin siya aliyekî û rêya sêyemîn a xwe dispêre vîna gel afirandiye. Di daxuyaniya MDDP de wiha hat gotin: "Dewletên Tirkiye, Qatar û Siûdî yên ev alternatîfa demokratîk a xeta sêyemîn ji bo belavbûna polîtîkayên xwe yên fanakatîk, statukoparêz, neteweperest û paşverû asteng dibînin, ji bo fetisandina vê alternatîfa sêyemîn piştgiriyê didin gurûhên derveyî mirovahiyê yên mîna El Qaîde, El Nûsra û Artêşa Azad, lê vê durûtiya xwe li pêşberî raya giştî ya cîhanê înkar dikin. El Qaîde, El Nûsra û dûvikên wê yên ku ligel alîkariya van dewletan jî di şer de derbên giran xwarin, bi hovîtiya li dijî saziyên humanîter re, hewl didin xwe tetmîn bikin."

MDDP'ê diyar kir ku careke din derketiye holê, ev feraset bi ti awayî bi kêrî gelên Sûriyê nayê û got, "Bi êrîşên ewçend hovane, bi revandina mirovan, bi lêkirina dîwaran re ti hêz wê nikaribe gelê Kurd ji destketiyên xwe yên bi berxwedaneke bi rûmet qezenç kiriye, vegerîne. Yên ku li dijî zaliman ji bo rûmeta xwe li ber xwe dan, li dîroka mirovahiyê serketin nivîsandin. Banga me li raya giştî ya cîhanê ew e, ku li hemberî dewletên Tirkiye, Qadar, Siûdî û yên mîna wan ên piştgiriyê didin van çeteyan, helwestê nîşan bide. Her wiha em bang li hemû derdorên demokratîk, baweriyên cuda û gelan dikin ku vê êrîşa hovane ya li hemberî Heyva Sor a Kurd şermezar bikin."

MDDP êrîş weke êrîşa li hemberî gelan bi nav kir û ji gelê Kurd û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re, sersaxî xwest.