MAZLUMDER piştgirî da Şaredar Ayşe Gokkan
MAZLUMDER piştgirî da Şaredar Ayşe Gokkan
MAZLUMDER piştgirî da Şaredar Ayşe Gokkan
MAZLUM DER'ê Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a ku 7 rojin li dijî "Dîwarê Şermê" çalakiya rojiya mirinê berdewam dike ziyaret kir û çavdêriyên xwe parve kir.
Şaxê MAZLUM-DER yê Amedê li avahiya komeleyê der barê ziyareta Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a ku li dijî "Dîwarê Şermê" yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê avakirin 7 rojin çalakiya rojiya mirinê pêk tîne, civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civinê de Rêveberê MAZLUMDER'ê Ruha Ruhavîoglu axivî û got: "Hat dîtin ku Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan di qada mayinkirî ya nava sînor de ku ji 10 metre qareyan pêk tê çalakiyê pêk tîne. Di çalakiyê de hat dîtin ku polîsan bi maşîneyên zirxî derdora wê pêçaye û dorpêç kiriye. Gokkan çalakiya xwe ya li dijî dîwar bi israr berdewam dike."
Piştî axavtina Ruhavîoglu Alîkara Serokê MAZLUMDER'ê Seher Akçinar Baya jî daxuyanî da. Akçinar Baya anî ziman ku dîwarê ku welatê Elmanya kiribû du perçe û dîsa dîwarê di navbera Filistin û Îsraîlê de hat avakirin wekî dîwarê şermê hatibû binavkirin û wiha got: "Li hemberî van dîwaran gelek welatan bertekên xwe anîbûn ziman. Lê dîwarê ku di navbera Qamişlo û Nisêbîne tê avakirin de tu welat û dewlet bertekên xwe nînin ziman. Îro diwarê şermê ku di nava Nisêbîn û Qamişlo de dewlet hemû ker û bêdeng in. Em li hem berî vê diwarê şermê bertekên xwe û nerazîbûnên nişan didin û heya dawiyê li hemberi dîwarê şermê têkoşîna xwe dewam bikin."