Malbata Seven ji bo Ocalan vê carê li Strasboûrgê bû
Malbata Seven ji bo Ocalan vê carê li Strasboûrgê bû
Malbata Seven ji bo Ocalan vê carê li Strasboûrgê bû
Malbata Seven a li bajarê Mulhoûse ya herêma Alsance ya Fransayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê standa îmzeyan vekir. Malbata Seven beriya niha li bajarê Lorîent û derdora wê û li bajarê Mulhoûse 14 hezar îmze berhev kiribû û bang Kurdên li Ewropayê kir ku destekê bidin kampanyayê.
Malbata Seven ku beriya niha li bajarê Lorîent dijiya û berî du mehan bar kir Mulhoûse, Kampanya ji Ocalan re Azadî dewam dike. Ferdên malbatê duh hatin Strasboûrgê û bi standa danîn re dest bi komkirina îmzeyan kirin. Hevser Dervîş û Gulîstan Seven li Qada Kleber ya li navenda bajêr dezgeh danîn û li gel keça xwe Zelîn re di nava 3 saetan de bi sedan îmze berhev kirin. Hin ji Kurdistaniyên li bajêr dijîn jî piştgirî dan malbatê.
“LI MULHOÛSE BI TENÊ ARMANC 5 HEZAR ÎMZE”
Endamên malbatê der barê têkoşîna Ocalan û pirsgirêka Kurd de agahiyan didin û bal kişandin ser girîngiya Kampanyayê. Dervîş Seven ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku armanca wan li bajarê Mulhoûseyê komkirina 5 hezar îmzeyan e û ev 2 meh in wan 900 îmze berhev kirine.
Seven bibîr xist ku standa wan a li bajarê Mulhoûse beriya du hefteyan rastî êrîşa komeke faşîstan hatiye û bang li Kurdistaniyên li herêmê kir ku destekê bidin wan. Seven ragihand ku di çarçoveya derfetên xwe de ewê dixwazin li Strasboûrg û bajarên din kampanyayê bimeşînin û bal kişand ser girîngiya beşdariya li vê kampanyaya stratejîk.
DAYIK SEVEN: DIVÊ BERIYA HER KESÎ CIWAN BEŞDAR BIBIN
Gulîstan Seven jî da xuyakirin ku gelekî kêfxweş e ku ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd çalakiyê lidar dixe û ji ciwanan xwest beşdarî kampanyayê bibin. Dayik Seven destnîşan kir ku her îmzeya tê komkirin ji bo azadiya Ocalan û azadiya Kurdan, gaveke girîng e.
Malbat Seven ku beriya niha li bajarê Lorîent ê Herêma Bretonya ya Fransayê dijiya, li navendên bajarên Nantes, Vannes, Lorîent, St. Brîeûc Saînt Nazaîre û Rennesê bi rêya standên vekirin, nêzî 13 hezar îmze berhev kiribûn. Ji bo malbata Seven, ji ber komkirina îmzeyan Meclîsa Gelê Kurd a Rennesê di Mijdara sala 2012'an de plaketek dabû wan.
Kampanya ji Ocalan re azadî, di serî de li welatên Ewropa, Emerîka Latîn, Hîndîstan û Başûrê Kurdistanê li gelemperiya cîhanê tê meşandin û heta niha bi mîlyonan îmze hatine berhevkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bê navber çalakiya nobedê tê meşandin.