Li Zanîngeha Artûklû operasyona nelirêtiyê

Li Zanîngeha Artûklû operasyona nelirêtiyê

Li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê bi sedema di îhaleyan de nelirêtî hatiye kirin, ji vê sibehê li avahiya kampûs û rektoriyê lêgerîn tên kirin.

Li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna nelirêtiyê de opersyonek hat lidarxistin. Danê sibehê polîsên girêdayî  Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê, tevayî kompîterên li fakulte û enstîtuyan kontrol kirin.

Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Kadrî Yildirim diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de navê nêzî 30 personelan di lêpirsînê de derbas dibe û ji bo îfadeyê wê gazî wan bikin. Yildirim da xuyakirin ku têkildarî mijarê wê serî li wan jî bidin.