Li Xabûr rêza TIR’an gihişt 100 kêlometran

Li Xabûr rêza TIR’an gihişt 100 kêlometran

Li sinorê di navbera Tirkiyê û Herêma Başûrê Kurdistanê de ji ber kêrnehatina bacgehê rêza TIR’an gihişt 100 kêlometreyan. 15 rojin wesaît di rezêdene.

Bi teybet ajotkarên TIR’an yên li ser Sûriyê de baran di bin welatên Rojhilata Navîn, ji ber şerê li Sûriyeyê berê xwe didin deriyê sinor yê Xabûrê ji ber vê jî pirsgirêk derdikeve. Ajotkarên ku ji beriya niha li ser sinorê li navçeya Hatayê Reyhaniyê  Cilvegozu yê re derbas dibûn berê xwe dane xabûr.

Tenê ji roja înê ve destor ji bo 800 wesaîtan hatiye dayîn di xabûr re derbas bibin. Yên destor jêre hatî dayîn ji piranî tangerin û wesaîtên bar jî15 rojin di rêzê de rawestiyane .

Piraniya wan gazandan dikin û berpirsê yên kardidin yê Mêrdînê ji bo çareserkirinê bang li  Recep Tayyip Erdogan kir. Yên kar dindin dan diyar kirin ku malên ji bo Îraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê ji ber îro dem sere derbas bû ye kirînên wan hatine betalkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a CIHAN’ê ji bo zemetiyên li sinorê Xabûr bi dawî bibin  Serokê Pîşesaziya Organîzeyê yê herêma Mêrdînê  Nasir Duyan, çûye Enqerê û bi Wezîrê hindirîn  Muammer Guler re hevdîtin pêkaniye.Tengasiyên karkazan ji Gulen vegot û Nasir da diyar kirin ku 2 heyve mal neşandine Îraqê.

Duyan da diyar kirin ji ber tengasiyên sinor ta niha tu kes li wî negerane û wiha got: “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Riha, Mêrdîn, Amed û Dîlokê ye, di heman demê de pirsgirêka Tirkiyê ye. Mixabin ta niha ev pirsgirêk ne hatiye çareser kirin. Ziyanên me hin zêdetir  dibin.”