Li Wanê bi hezaran li dîjî darvekirinan berbî sinor ve meşiyan
Li Wanê bi hezaran li dîjî darvekirinan berbî sinor ve meşiyan
Li Wanê bi hezaran li dîjî darvekirinan berbî sinor ve meşiyan
Nerazîbûnên li dijî bi darvekirinên 3 siyasetmedarên Kurd yên ji aliyê rejîma Îranê berfireh dibin. Li wanê bi hezaran kes berbî xeta sinor ve meşiyan, Rejîma Îranê protesto kirin û xwestin dawî li darvekirinan bê.
Nerazîbûnên gel yên li dijî darvekirinê Serokomerê Îranê Hasan Ruhanî yên ku di nava du hefteyan de 3 jê girtiyê siyasî bi girtî 16 Kurd dar ve kirî berfireh dibe. Îro li navçeya Wanê Qerqelî yê mitîngek bi beşdar bûna hezaran kesan pêk hat.
Girseya ku li ser rêya Wanê kombûyî posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê vekirin û sloganên “Bijî Serok Apo” û “ Bimre Îran” gotin û dest bi meşê kirin.
Di dema meşê de di destê wan de li dijî qetilkirina ciwanê Kurd yê di 2’ê Mijdarê, duvîza li ser “ Kujer HUDA PAR, ji Kurdistanê bicehinime” hatî nivîsan din li gel “Darvekirinên Îranê bê hesab namînin.” Hatin hilgirtin. Di meşê de parlementera BDP’ê Aysel Tûglûk, ozdal Uçer, Serokê şaredariya Wanê Bekir Kaya, serokên Rêxistinên BDP’ê yên Wanê û Hevserokên Mûsa Îtah, Figen Yaşar, Serokê şaredariya Qerqeliyê Mûrat Durmaz û Rêveberên Qerqeliyê yê beşdar bûn.
Ji bo beşdarbûna mitinga Qerqeliyê karvenekî bi sedan wesaîtan pêh dihat ji Wanê hat. Di mitîngê de Hevserokê BDP’ê yê Wanê Mûsa İtah axivî û darvekirinên Îranê yên hoveneyên li ser Kurdan şermezar kir.
İtah got: “ Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd li her çar parçeyan didome. Di fikirin ku Kurdan bi înfaz û kuştinan xilas bikin. Lê belê dikin bila bikin gelê Kurdê bigihe azadiya xwe.”
Di mitîngê Hevseroka Giştiyê KCD'ê Aysel Tuglûk jî axivî û bertek nîşanî bi darvekirinên rejîma Îranê da. Tuglûk da diyar kirin ku rejîma îranê di nava salekê de bi qasû qetliaman ew jî bi darvekirin pêk anî ye. Turlûk bal kişand li ser darvekinên Îranê di nava hefteyekê de pêk anîne. Ji 26’ê Cotmehê ta niha Îranê 16 Kurd bi giştî 40 kes bi dar ve kirî ne got û destnîşan kir ku ji van 3 girtiyên siyasiyên Kurdin.
KOMARA DARVEKINÊ ÎRAN
Tuglûk da diyar kirin ku îran ji bo panîk, tirsê û şantajê çêke van darvekrina pêk tîne û wiha pêde çû: “ Rejîna Îranê di nava salekê de 76 Kurd ji ber sedemên siyasî, çarnan kaçakçî yê bi darvekirîne. Îran ne Komarekî îslamiye. Komarekî darvekirinê ye. Mafê dewletê nîne ku mirovan bi dar ve ke. Darvekirin hovitiye, darvekirin sucê mirovahiyê ye.”
Piştî axivtinên Tuglûkê mitîng bi dawî bû.