Mûxalefeta rastgir, ku li parlamentê serdest e, ji bo Serokdewletê sosyalîst Nîcolas Madûro ji desthilatdariyê bîne xwarê, bang li gel kiribû ku dakeve kolanan. Mûxalefetê, krîza aboriyê ya ji ber kêmbûna buhayê petrolê derket holê û valahiya di sektora enerjiyê de rû da, ji xwe re kir hincet û ji bo Madûro ji wezîfeyê bê girtin, bi qasî mîlyonek îmze dabû hev.
Li dijî vê siyaseta mûxalefeta rastgir a tevdana aloziya li welêt, alîgirên Madûro jî herikîn kolanan. Tevî paytext Caracasê li 24 bajarên Desteya Hilbijartinê ya Bilind lê heye, alîgir û dijberên Madûro di heman kêliyê de daketin meydanan.
Li hin bajaran, xwepêşandêrên dijberê hev, li heman meydanan çalakî lidar xistin û ji bo pêşî li rûdana bûyeran bê girtin, bi hezaran polîs hatin wezîfedarkirin.
Hat gotin, ev xwepêşandanên dijberê hev bi taybetî li paytext Caracasê pêk hatin û li gelek qad û kolanên bajêr ev çalakî hatin lidarxistin.
Nîcolas Madûro ku di navbera salên 1999-2013'an de alîkarê Serokdewletê sosyalîst Hûgo Chavez bû, piştî ku Chavez mir ji bo vê wezîfeyê hatibû hilbijartin. Madûro dibêje, mûxalefeta rastgir rewşa aboriyê ji xw re dike hincet û dixwaze bi rêya referandûmê darbeyê lê bike.