Li Tûtaxê 3 kes hatin binçavkirin

Li Tûtaxê 3 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Tûtax a Agiriyê 3 kes bi hinceta tevlî çalakiyên Kobanê bûne hatin binçavkirin.

Li navçeya Tûtax a Agiriyê welatiyê bi navê Enver Kutlu yê 36 salî û Ercan Tosun ê 20 salî û Sezaî Kotan  bi hinceta di çalakiyên 6-7’ê Cotmehê de  êrîşên DAIŞ’ê û piştgiriya AKP’ê ya ji bo çeteyan protesto kirine, hatin binçavkirin. Hate îdîakirin ku her sê kes di dîmenên kamerayê de hatine dîtin û li Midûriyeta Polîsan tên girtin. Welatiyên ku agahiya binçavkirinê girtin, li ber avahiya Midûriyeta Polîsan civiyan.