Li Til Temirê çeteyan 2 Kurd revandin

Li Til Temirê çeteyan 2 Kurd revandin

Hate ragihandin ku komên çete li ser riya Hesekê-Til Temir 2 welatiyên Kurd revandin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ), welatiyên Kurd ên bi navê Heysem Mihemed Şerîf Îbrahîm û Nîdal Xalid Îbrahîm ên ji bajaroka Til Temir revandin. Hate hînbûn ku çeteyên li hemberî gundê Cimêlo yê li ser riya Dirbêsiyê–Hesekê bicih bibûn, herdu welatiyên Kurd ên pismanên hev in, dema ku duh ji Hesekê bi wesayîta xwe mirîşk dibirin Til Temir rawestandin.

Hate gotin ku, komên behsa mijarê herdu welatî tevî wesayîta wan revandine û birine bajaroka Tiwêna ya ku 5 kîlometre dikeve rojavayê Hesekê.

 Çavkaniyên herêmê ragihandin ku, komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê welatiyên herêmê di revînin û malên wan talan dikin.