Li Spanyayê hikûmet dîsa ava nebû!
Lîderê Partiya Gel Marîano Rajoy ji bo hikûmeta hindikayî ji Meclîsê dengê pê baweriyê xwest, lê ev deng nestend.
Lîderê Partiya Gel Marîano Rajoy ji bo hikûmeta hindikayî ji Meclîsê dengê pê baweriyê xwest, lê ev deng nestend.
Di dengdana duh a li Meclîsa ji 350 parlamenteran de 170 dengên 'Erê', 180 dengên 'Na' hatin bikaranîn.
Partiya Gel ku 137 parlamenterên xwe hene, ji bo hikûmeta hindikayî ava bike pêwîstiya xwe bi 176 dengan hebû, lê ev deng bi dest nexist.
Rajoy ji bo dengê pê baweriyê, destek ji Partiya Karker a Sosyalîst nedît. Rajoy lîderê PSOE Pedro Sanchez sûcdar kir, ku di dîroka Spanyayê de cara yekê ye di nava salekê de rê li ber 3 hilbijartinên giştî vedike.
Di vê navberê de, li gorî rêvebernameya heyî, dengdana duyemîn a ji bo dengê pê baweriyê ya hikûmeta hindikayî, wê roja 2'ê Îlonê bê kirin. Lê tê gotin, di vê dengdanê de jî wê dengê pê baweriyê neyê dayîn.