Li Şirnexê sewqiyata leşkerî

Li Şirnexê sewqiyata leşkerî

Li bajarên bakurê Kurdistanê di demên dawî de tevgera leşkerî balê dikşîne. Ji Mêrdînê karwanê leşkeri ya ku ji dehan wesayitan pêktê ber bi 23. Fermandariya Tugaya Cendirmeya Şirnexê ve çûn. Tevgera leşkeri berdewam dike.

Di demên dawî de tevgera leşkeri ya ku li bajarên bakurê Kurdistanê tên meşandin berdewam dike. Di seatên sibê de karwanekî leşkeri ya ku ji dehan wesayîtan pêk dihat ji Mêrdînê berbi 23. Fermandariya Tugaya Cendirmeyan a Şirnexê ve bi rêket. Karwanê ku li navçeya Cizîrê derbas bû û ber bi Şirnexê ve diçûn bi dehan wesayîtê zirxî û gelek wesayîtên sîvîl jî dinava karwanê leşkerî de ber bi Şirnexê ve çûn. Di riyên ku karwan derbas dibûn de ewlehiyek mezin hat girtin û wesayîtên jammer yên ku Sînyalan dibirin jî bi karwanre hebûn. karwanê leşkerî ya ku derbasî 23. Fermandariya Tugaya Cendirmeya Şirnexê bûn agahiya ku dê sewqî kuderê be ne hat zanîn.