Li Şirnexê pêkanînên OHAL’ê

Li Şirnexê pêkanînên OHAL’ê

Nuqteyên lêgerînê yên li rêya Kancayê ya Qilabanê ya Şirnexê pêkanînên dema OHAL’ê tîne bîra mirovan. Ji ber kontrolên tên kirin wesayît rêzên dirêj pêk tînin welatî ji ber vê yekê bi bertek in.

Li Nuqteya Lêgerînê ya Kancayê ya li ser rêya Şirnex û Colemêrgê kontrolên ku tên kirin welatî bêzar kir. Lêgerînên ku wekî pêkanînên dema OHAL’ê tîne bîra mirovan welatiyan aciz dike. Wesayît rêz dibin û welatî bi saetan di rê de dimînin.

Li nuqteya lêgerînê wekî ku welatî derbasî welatekî din dibin bi pirsên wekî “Hûn ji ku tên, diçin ku derê, di wesayîtê de çi heye?” ve rû bi rû tên. Welatî ji ber vê yekê aciz in.