Li Şirnex û Amedê 'dîwarê şermê' hat şermezar kirin

Li Şirnex û Amedê 'dîwarê şermê' hat şermezar kirin

Li Şirnex û Amedê ji bo piştgirîdayîna ji Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a ji bo şermezarkirina dîwarê şermê dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye meş û daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de her wiha li hember polîtîkayên qirêj ên li Rojava û Rojhilat jî nerazîbûn hatin nîşandan.

ŞIRNEX: Ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê ji bo piştgirîdayîna Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li hember "dîwarê şermê" dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye meşek hat lidarxistin. Bi sedan welatiyên di nav wan de Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar, Serokwekîlê Şaredarê Şirnexê Faîk Saltan, aktîvîstên DOKH û nûnerên Saziyên Civaka sivîl hebûn li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê hatin gel hevdu û ber bi Qada Cumhuriyetê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmayên "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Girse dema gihişt Qada Cumhuriyetê li ser navê girseyê Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar, daxuyanî xwend. Katar destnîşan kir ku AKP piştgiriya rêxistinen wek El Qaîde û El Nusra dike da ku têkoşîna gelê kurd a li Rojava tune bike.


JI BO MEŞA 7'Ê MIJDARÊ BANG


Katar di dewama axaftina xwe de banga tevlîbûna meşa 7'ê mijdarê ya ji bo şermezarkirina "dîwarê şermê" wê li Nisêbînê bê lidarxistin kir û çalakiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan bi van hevokan şîrove kir: "Em wek mirovên ku dizanin aştî pêwîst e, sekna şaredara xwe wek sekneke xwedîderketina li rûmeta malbata însaniyetê şîrove dikin."

AMED: Meclîsa Amedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî piştgirî da Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li hember "dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin ketiye rojiya mirinê. Gelek nûnerên sazî û partiyan û girseyeke qelebalix jî beşdarî daxuyaniya ku li ber avahiya rêxistinê pêk hat bûn.

Di çalakiyê de pankarta "Ji Bakur ber bi Başûr, ji Rojhilat ber bi Rojava dê, berxwedan bi ser bikeve, dê dîwar xera bibe" hat vekirin û Berdevkê Meclîsê Bajêr a Amedê ya HDK'ê Mustafa Akengîn daxuyanî da. Akengîn got ku wê qet destûr nedin lêkirina dîwar û biryara lêkirina dîwar siyasî ye.

Akengîn her wiha banga beşdariya meşa 7'ê Mijdarê ya wê li Nisêbînê bi egera şermezarkirina lêkirina "dîwarê şermê" bê lidarxistin. Dîsa bidarvekirinên li Îranê jî hatin şermezarkirin.