Li sînorê Nisêbînê destwerdana polîsan

Li sînorê Nisêbînê destwerdana polîsan

Li Nisêbînê, bi sedan welatiyên ji bo piştgiriyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî "dîwarê şermê" di rojiya mirinê de ye hatin cem hev, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şid dest li çalakgeran werdan.

Li ser sînorê Nisêbînê, bi sedan welatiyên ji bo piştgiriyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî "dîwarê şermê" ev 3 roj in li qada mayinkirî di rojiya mirinê de ye hatin cem hev, rastî êrîşa polîsan hatin. 

Destwerdana polîsan a li Taxa Yeşîlkentê, ku lê çalakî tê lidarxistin, dwam dike. Li bin xetê jî bi dehan zarok li ser sînor kom bûn û bi keviran bersiv dan êrîşa polîs û leşkeran. Leşkeran bi ava şid a dest li zarokên li binê xetê jî werdan.

Tengezariya li herêmê dewam dike.

Ji aliyê din ve, leşkerên Tirk bi armanca nehêlin şêniyên Qamişlo Seroka Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan ku ev 3 roj in li dijî avakirina Dîwarê Şermê li ser sînor herêma mayînkirî ketiye girava birçîbûnê bibîne, çadirek kesk di navbera Gokkan û Rojava daniye. 

Îro li Amedê jî Şaredarên BDP'yî bi rojeva Rojavayê Kurdistanê civîneke lezgîn pêk anîn. Şaredaran dan xuyakirin ku Tirkiye bi lêkirina 'dîwarê şermê' re dixwaze şoreşa li Rojava bifetisîne û sekna Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan hat silavkirin. Şaredaran destnîşankirin ku ewê di 7'ê Mijdarê de bi gelê xwe re li Nisêbînê bin û li dijî vî dîwarê şermê rawestin.