Li sînor ji Kobanê re silav ji Ocalan re azadî

Li sînor ji Kobanê re silav ji Ocalan re azadî

Li gundê Mehser û Miseynter ku çalakiya ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê didome, zincîra mirovahiyê pêk hat û di çalakiya zincîra mirovahiyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hat xwestin.

Çalakiya nobetê ya li xeta sînor di roja 65’emîn de berdewam dike û her wiha li gundê Mehser û Miseynterê bi sedan kes hatin cem hev û çalakiya zincîra mirovahiyê çêkirin.

Di çalakiya li Mehserê de Dayikên Aştiyê jî tevlî çalakiya zincîra mirovahiyê bûn û di çalakiyê de ji bo kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hate xwenstin.

Endamên Dayikên Aştiyê ya Sêrtê bi pankara ‘Ji Ocalan re azadî’ tevlî çalakiyê bûn û bi dirûşmên ‘ Bijî berxwedana Kobanê', 'Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê û Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Piştî çalakiyê li ser navê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Hediye Suçîl axivî. Suçîl diyar kir ku ew wek dayikên qehremanên ku ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin li vir in.