Li Sîlopiyê serdegirtina malan: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
Li Sîlopiyê serdegirtina malan: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
Li Sîlopiyê serdegirtina malan: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê polîsan hemwext bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de zêdeyî 20 kesan binçav kirin. Der barê gelek kesan de jî biryara binçavkirinê da.
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê polîsan bi fermana Dozgerê Komarê ya rayeya xala 10'an a TMK'ê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan ên li taxên Başak, Cudi, Barbaros, Dicle, Nuh, Karşiyaka, Yenişehir û Şehit Harun Boyê de 20 kes binçavkirin. Hat zanîn ku der barê gelek kesan de jî biryara binçavkirinê hatiye girtin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan a Şirnexê. Hat zanîn ku kesên zarok birin midûriyeta polîsan a Sîlopiyê û kesên mezin jî birin Şirnexê.
Polîsan bêyî ku cîran û keyayên taxê agahdar bike bi ser malan de girt û hat zanîn ku bi hinceta li diî xala 2911'an derketiye hatin binçavkirin.