Li Silopiya 9 zarok hatin girtin
Li Silopiya 9 zarok hatin girtin
Li Silopiya 9 zarok hatin girtin
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di nav 15 kesên ku berî niha bi du rojan hatin binçavkirin de 9 zarok ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Ji 15 kesên ku berî niha bi 2 rojan li Silopiyayê bi îdîaya endamên YDG-H ne hatin binçavkirin, 9 ji wan li Edliyeya Silopiyayê dema îfade didan li hember nuqteya polîsan a edliyeyê ji aliyê kesek an jî kesên nediyar ve çalakiyeke bi bombeya deng pêk hat. Piştî wê polîs bi bombeyên gazê êrîşî xizmên kesên di bin çavan de kir. Di wê navberê de komek ciwan bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo” û keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Piştî mudaxeleyê ku edliye û Kolana Sanat bi gazê tijî bû, gelek dikandaran ji neçarî dikanên xwe girtin. Polîsan li ber edliyeyê tedbîrên berfireh wergirtin. Di êrîşê de polîsek û welatiyekî ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.
Piştî aloziyê ji kesên bi îdîaya endamên YDG-H ne 9 zarok piştî karûbarên li edliyeyê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. F.T. (16), E.K. (15), A.S. (17), B.K. (17), M.K. (16), Ş.B. (16), S.K., R.P. (17) û Î.B. (16), bi sedema "Li hemberî Qanûna 2911 a Civîn û Xwepêşandanan Muxalefet”, “Derketina li dijî polîsan” hatin girtin û şandin Girtîgeha Midyadê.