Li Sêrtê operasyon, li herêmên gerîla tevgera balafirên şer
Li Sêrtê operasyon, li herêmên gerîla tevgera balafirên şer
Li Sêrtê operasyon, li herêmên gerîla tevgera balafirên şer
18’ê Mijdarê tevgera balafirên şer ên artêşa li ser qadên Mêrgê û Dîrîşkê yên girêdayî Erûh a Sêrtê pêk hat. 19’ê Mijdarê danê sibehê jî artêşa Tirk li heman herêmê operasyon da destpêkirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk 19’ê Mijdarê jî li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya firiyan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku li herêmên Mêrgê û Dîrîşkê balafirên şer ên artêşa Tirk firiyane. 19’ê Mijdarê danê sibehê jî ev tevger veguheriye operasyonê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da xuyakirin ku 19’ê Mijdarê saet di navbera 12.20 û 11.00’an balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya tevgeriyane.