Li Serêkaniyê tangek çeteyan hate ruxandin
Li Serêkaniyê tangek çeteyan hate ruxandin
Li Serêkaniyê tangek çeteyan hate ruxandin
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di çarçoveya "Operasyona şorşgerî ya Şehîdên Serêkaniyê" ku hêzên YPG'ê şevê din dabûn destpêkirin, îro di saetên bersibê de li gundê Mişrafa ya li ser riya Hesekê –Serêkaniyê pevçûn bi dijwarî qewimîn. Hate gotin ku di ecama şer û pevçûnan de tangek çeteyan hate ruxandin û gelek kuştî û birîndarên komên çeteyan hene.
Li aliyê din hate hînbûn komên çete yên DAIŞ'ê ji aliyê gundê Til Xelef xwestin êrîşî çeperên YPG’ê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de pevçûn derketin. Hate zanîn di encama pevçûnan de komên çete neçar mane paşde vekişin.
Şer û pevçûn cih bi cih berdewam dikin.