Li Serêkaniyê 2 bajarok 38 gund hatin rizgarkirin

Li Serêkaniyê 2 bajarok 38 gund hatin rizgarkirin

Di asta yekemîn a operasyonên şoreşgerî yên hêzên YPG'ê di 1'ê Mijdarê de li Serêkaniyê dan destpêkirin de 19 gund, di asta duyemîn de jî 21 wargehên ku du jê xwedî girîngiya stratejîk in, ji çeteyên El Qaîdeyê hatin rizgarkirin.

Asta yekemîn a operasyona şoreşgerî ya YPG'ê di bin navê "Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re" de dabû destpêkirin, di navbera 1-4'ê Mijdarê de pêk hat. Di van operasyonan de herî kêm 19 gund ji aliyê YPG'ê ve hatin rizgarkirin. Bi taybetî jî rêya navbera Serêkaniyê û Til Temir hat ewlekirin.

Asta duyemîn jî di êvara 4'ê Mijdarê de destpê kir. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, bi rizgarkirina bajarokên Til Xelef û Menacirê re asta duyemîn roja 5'ê Mijdarê saet di 17:00 de bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê di operasyonê de herêmên başûr û rojava yên Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirine û navendên ku çeteyan wekî cihên stratejîk bikar di anîn ên wekî bajaroka Til Xelef û gundê Ezîziyê bidest xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama operasyonê de komên çete hemû ji herêmê hatine derxistin, her wiha riya Serêkaniyê-Til Temir û Serêkaniyê-Hesekê ji çeteyan hatine paqijkirin.

Di berdawama daxuyaniyê de gund û navendên di asta duyemîn de hatin rizgarkirin, wiha hatin rêzkirin: “Gundên Duwêra, Mescid, Baluca, Dirêî, Xirbêt El Benet, Qisêr, Meqtele, Ebu Ceradî, Ebu Sun, El Xalidiyê, Til Erqem, Tiwêmiyê, Mitînî, El Muqeren, Um Ezan, Şerke, Berem, Ezîziyê, Um El-Esafîr, bajarokên Til Xelef û Menacîr, depoyên genim ên li Til Xelef, navenda leşkerî ya Ezîziyê û gelek navendên li derdorê.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyonê de ji bilî rizgarkirina navendan gelek çek, wesayît, cebilxane û madeyên lojîstikê jî hatine desteserkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hêzên YPG’ê di operasyonê de windahî nedane û hate gotin ku dê operasyona şoreşgerî dê bi pêngavên nû berdewam bikin. 

Pevçûnên bi komên El Qaîde re li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Kurd lê dijîn, bi taybetî ji nava meha Tîrmehê û vir ve giran bûne. 48 saet piştî êrîşa çeteyan a 16'ê Tîrmehê ya ji bo bidestxistina Serêkaniyê, hêzên YPG'ê bajar ji çeteyan paqij kiribûn.

Hêzên YPG'ê di 23'ê Cotmehê de dest bi pêngaveke nû kir. Di operasyonên şoreşger ên li Til Koçer û herêma Çilaxa ya Girkê Legê de, bajarê stratejîk Til Koçer û deriyê sînor hatibû rizgarkirin. Di 29'ê Cotmehê de jî herêma Çilaxa û Rimêlan bi temamî ji çeteyên El Qaîdeyê hatibû rizgarkirin.