Li sê eniyên Kobanê şer û pevçûnên dijwar
Li sê eniyên Kobanê şer û pevçûnên dijwar
Li sê eniyên Kobanê şer û pevçûnên dijwar
Li her sê eniyên Kobanê jî di navber hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de şer û pevçûnên dijwar rû didin. Hêzên YPG’ê li eniya rojava li xeta sînor li hember çeteyan çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de yek jê emîr 11 çete hatin kuştin. Li eniya Başûr jî şer û pevçûnan rû da.
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê şer û pevçûnan ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got,
“Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin, di roja 61. de dewam dikin. Li sê eniyên Kobanê, di navbera komên çete û hêzên me de şerê dijwar dewam dike.
Li eniya rojhilat komên çete li ser xeta sînor êrîş pêk anîn û tevahiya roj û şevê di navbera wan û hêzên me de şer dewam kir. Di vî şerî de, yek jê serokçete ku weke emîr tê bi navkirin, bi giştî 11 çete hatin kuştin."
ŞER TEVAHIYA ŞEVÊ DEWAM KIR
YPG'ê diyar kir ku şerê li eniya başûr ke duh danê êvarî destpê kir, tevahiya şevê dewam kiriye û got, "Li vê eniyê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.
Hêzên me, li eniya rojavayê Kobanê jî, li hemberî komên çete çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de, bi qasî ku hatiye tesbîtkirin çeteyek hat kuştin.
Di şerê 24 saetên dawî de 4 hevalên me ku bi îrade û fedakariyek mezin di çeperên berxwedanê de şer kirin, şehîd ketin.”