Li Şaxê meşa bi meşale

Li Şaxê meşa bi meşale

Endamên Rêxistina BDP’a Şaxê li dijî darvekirinên  girtiyên siyasi yên Kurd ji aliyê rejima Îranê ve û nêzîkbûnên hikûmeta AKP’ê ya li himberî pêvajoya “ çareseriya demokratîk”  meşek bi meşale lidarxistin.

Li navçeya Şaxê ya Wanê Rêxistina DBP’ê li dijî darvekirinê girtiyên Kurd û hikûmeta AKP’ê ya ku li ber pêvajoya “çareseriya demokartîk” gavan navêje şevê din meşek bi meşale lidarxistin.

Meşê li ber avahiya Muftulukê destpêkir ta li ber avahiya Emniyeta navçeyê dewam kir. Piştî meşê daxuyanî ji aliyê ciwanekî ruyê wî pêçayî ve hat xwendin û got: “Emê feraseta bidarvekirinan û dîwaran hilweşînîn û em bi tu rengî rê nadin sîstemê.”