Li Sahara Rojava, alîgirên serxwebûnê Polîsarîo û artêş li ber hev rabûn

Li Sahara Rojava, ku ji aliyê Qraliyeta Fasê ve hatiye dagirkirin, di navbera artêşa Fasê û alîgirên serxwebûnê Frente Polîsaîro de rewşeke aloz heye. Ev alozî di dema dawî de zêde bûye.

Neteweyên Yekbûyî ragihand, ku her du alî li gorî peymana agirbestê ya di sala 1991'ê de hatiye îmzekirin, tevnagerin.

Ji berdevkên Neteweyên Yekbûyî (NY) Stêphane Dûjarrîc ragihand, aloziya çekdarî ya li herêma Gûergûerat a li başûrê Sahara Rojava gihîştiye asteke xetere. Dûjarrîc diyar kir, di navbera yekîneyên artêşa Fasê û çeperên hêzên Polîsarîo de bi tenê 120 metre hene û hişyarî da ku ji ber vê yekê rewş hê aloz e.

Stêphane Dûjarrîc got, "NY bi fikar e ku li Sahara Rojava dijminatî ji nû ve destpê bike û hêzen herêmî tevlî vê bibin" anî ziman ku mîsyona NY a li Sahara Rojava Mînûso ketiye dewrê. Li gorî agahiyên ji aliyê berdevk ve hatin dayîn, çavdêrên Mînûrso û hin berpisyarên NY ji herêmê re hatine şandin.

Li gorî agahiyan, çavdêrên Mînûrso ji bo hevdîtinê di navbera rayedaren leşkerî û gerîlayên Frente Polîsarîo bike, di nava hewldanan de ne.

Gûergûerat herêm başûrrojavayê Sahara Rojava ye ku beşeke mezin a vê derê di bin dagirkeriya Fasê de ye. Morîtanya jî li beşek ji Sahara Rojava dagirker e. Şervanên frente Polîsarîo yên xwe li Morîtanyayê bi rêxistin kirine, li hemberî artêşa Fasê şer dikin. Ji bo pêşî li vî şerî bê girtin, dîwarekî parastinê yê ji xîzê ku 2 hezar 500 dirêj e hatibû avakirin.

Sahara Rojava ku heta sala 1975'an de di bin dagirkeriya Portekîzê de bû, piştre ji aliyê Qraliyeta Fasê ve hatibû dagirkirin. Frente Polîsarîo ji bo azadiya Sahara Rojava di sala 1973'an de ava bû. Di navbera Frente Polîsarîo û Fasê de, di sala 1991'ê de agirbest hatibû îmzekirin. Lê hê jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin.