Li rojavayê Girê Spî pevçûnên dijwar didomin
Li rojavayê Girê Spî pevçûnên dijwar didomin
Li rojavayê Girê Spî pevçûnên dijwar didomin
Li rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) pevçûnên di navbera Yekîneyên Patastian Gel (YPG) û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bi dijwar didomin.
Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku di navbera Yekîneyên wan û komên çete yên DAIŞ’ê li derdora gundên Sûsik û Bîrkino yên rojavayê Girê Spî pevçûnên ku duh êvarî destpêk kiribûn, bi awayekî dijwar dewam dikin.
Çavkaniyan diyar kir li derdora gundê Milûh El Qemer jî pevçûnên demî rû didin. Lê heta niha di derbarê kuştî tu agahî nehatin girtin.
Li aliyekî din hate hînbûn ku komên çete hin malên welatiyan li gundê Sûsikê şewitandine.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şevê din seat di 20.00 bi navê “Çalakiya Tolhildana Şehid Şervan” li gundên Sûsik, Bîr Kino, Melûh El Qemer dijî komên çeteyan DAIŞ rêze çalakiyan pêkanîn.
Di encama şerên hêj didome de 19 endamên Komên DAIŞ/Cephet El Nusra/ Ehrar Şam hatin kuştin û gelek ji wan hatine birîndar kirin û 4 wesayîtên komên çeteyan hatine rûxandin.
Di çalakiyê de şervanê YPG’ê binavê Qehreman Kobanê jiyana xwe ji dest dabû.