Li Rihayê qeza: 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Rihayê qeza: 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Rihayê qeza: 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Riha Hewengê, mînîbusa servîsê wergeriya û di encamê de 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Qeza saet di 07:00 de li kîlometreya 35. a rêya bejahî ya Riha-Hewengê rû da. Mînîbusa karkerên tekstîlê tê de bû û ji Rihayê diçû navçeya Hewengê, ji ber teqîna lastîkê pêş ê aliyê rastê wergeriya şerampolê.
Di mînîbusa wergeriya de 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 2 jê ji Rojavayê Kurdistanê ne. Birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li Heweng û Rihayê.