Li Qadên Parastina Medyayê keşfên berfireh
Li Qadên Parastina Medyayê keşfên berfireh
Li Qadên Parastina Medyayê keşfên berfireh
Li Qadên Parastina Medyayê keşfên balefirên bê mirov berfih bûn.
Li gorî Malpera Navenda Çapemenî û Ragihadina HPG'ê (NÇR-HPG) li Qadên Parastina Medyayê di navbera 3-4-5’ê Mijdarê de keşfên berfih çêbûne. Di derbarê kemînên li Mêrdînê ji agahî dan.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Di 3’ê Mijdarê de belafirên girêdayî dewleta Komara Tirk a dagirker li Qadên Paristinê yên Medyayê di saet 12:30’an de li herêma Zagrosê, di heman rojê de danê sibehê saet 7:30’an de û di seatên şev 22:30 ‘an de li Metîna, di 4’ê Mijdarê di saet 20:00-22:30’an de li herêma Garê, di haman rojê de di saetên sibehê de 80:00-10:30’an de li Qandîlê balefirên keşfê geriyan. Keşfên di 4-5’ê Mijdarê de li herêma Zapê destpêkirîn hîna didome.”
Di derbarê kemînên li Mêrdînê ji ev agahî hatin dayîn; “Di 3’ê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker li bajarokê girêdayî navçeya Mêrdînê Stewrê Barnayê li herêma Eltê kemînên berfih li darxistin. Ev kemîn di roja 4’ê Mijdarê de di saet 6:00’an de bi maşîneyên Zirxî û 1 jamîr, 1 Reo û li gel cerdevanên herêmê bi şeklê lêgerînê berdewam kir. Di saetên nîvro de di navbera 11-12’an de ev faliyetên leşkeran bê encam bi dawî bûn.”