Li peravên Lîbyayê zêdetirî 200 penaberan xeniqîn
Hate ragihandin ku li peravên Libyayê keştiyek noqî avê bûye û zêdetirî 200 penaberan di nav avê de fetisî ne.
Hate ragihandin ku li peravên Libyayê keştiyek noqî avê bûye û zêdetirî 200 penaberan di nav avê de fetisî ne.
Berdevka Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Carlotta Samî got, li gor agahiya ji 2 penaberên ku xwe gihandine girava Lampedûsayê, keştiya wan noqî avê bûye û herî kêm 239 penaberan jiyana xwe ji dest dane.
Samî di daxuyaniya xwe de îfade kir ku lêkolînên wan li herêmê dewam dike û hê negihiştine ti cenazeyî.