Li Nîjeryayê Roja Aşûreyê şer: Gelek mirî hene
Li Nîjeryayê ku bi salan e bi qetlîamên çeteyên Boko Haramê di rojevê de ye, mabeyna mîlîtanên Şîî û hêzên ewlehiyê de şer qewimî, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Nîjeryayê ku bi salan e bi qetlîamên çeteyên Boko Haramê di rojevê de ye, mabeyna mîlîtanên Şîî û hêzên ewlehiyê de şer qewimî, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navbera endamên koma Şîî ya bi navê Tevgera Îslamî ya Nîjeryayê (ÎMN) û hêzên ewlehiyê yên eyaleta Katsîna de şer rû da, zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûn.
Berdevkê ÎMN’ê Husseini Yero ji AFP’ê re axivî, got li bajarê Fûntûa 10 endamên wan mirine.
Tê ragihandin ku şer dema pîrozbahiyên Roja Aşûreyê de pêk hatiye. Eyaletên Katsîna, Kebbî û Kano yên li bakurê welêt in, tevahî aktîvîteyên di Roja Aşûreyê de qedexe kiribûn.
Li Eyaleta Kadûna jî ji ber hin bûyerên hefteya bihurî, tevahî aktîvîteyên ÎMN’ê hatibû qedexekirin.