Li nexweşxaneya wekîlê AKP’ê protestoya karkeran

Li nexweşxaneya wekîlê AKP’ê protestoya karkeran

 Karkerên li Nexweşxaneya Universalê ya ku îhaleya wê ji aliyê Parlementerê AKP’ê Galip Ensarioglu ve hatiye girtin ji ber mûçeyên xwe wernegirtine çalekî li darxistin. Karkeran destnîşan kir ku 6 heyvin mûçeyên xwe negirtîm û ji bo pirsgirêkê çareserî xwestin.

Nexweşxaneya Universal a ji aliyê Parlementerê AKP’ê Galip Ensarioglu ve di hat çêkirin û digotin şirî de ji berî 5 heyvan ji ber sedemek hîn nayê nazîn girt. Îro karker li ber avahiya nexweşxaneyê kombûn, karkeran daxuyaniya çapemeniyê dan û dan diyar kirin ku xebatên nexweşxaneyê dane sekinandin û xebatkarên wê mexdûr bûne.

Xebatkarên ku li ber avahiyê kombûyîn li ser navê wan Baran Buyukhan daxuyanî da û anî ziman ku 6 heyvin 150 kesan mûçeyên xwe wernegirtine.

Buyukhan da diyar kirin ku, xebatkaran di cejnê de jî nekarîn ji bo zarokên xwe şekirên cejnê bibin mal û wiha got: “Em nikarin kirya mala xwe bidîn. Kesên ku heqê rêya nînin hene. Van kesan şekirê cejnê nebirin mal. Ji ber zagonê nikarin li derek din kar ji bikin. Ji ber pereyên doxtoran ne hat dayîn hemûyan istifa kir. Di nexweşxaneyê de personelên kar bikin neman. Gelek kesên wek min hene nikarin kiriya mala xwe bidin. Em berpirsekê li nexweşxaneyê nabînîn.”

Piştî daxuyaniyê xebatkar bilav bûn.