Li Misirc pevçûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Misirc pevçûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Misirc a Sêrtê di pevçûneke bi kêran de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, li navenda Misirc di navbera Kadrî Polat (50) û Cemalettîn Polat (45) de ku di heman demê de xizmên hev in ji ber nîqaşeke ku nehat zanîn pevçûn çêbûye. Di pevçûnê de Kadrî Polat, Cemalettîn Polat bi kêrê birîndar dike. Kesên derdorê Cemalettîn Polat radikin nexweşxaneya Misirc û paşê sewqî Nexweşxaneya Dewleta ya Sêrtê tê kirin. Cemalettîn Polat tevî mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Kadrî Polat jî hat binçavkirin.