Li Midyadê û Kerboranê li dijî 'dîwarê şermê' çalakî
Li Midyadê û Kerboranê li dijî 'dîwarê şermê' çalakî
Li Midyadê û Kerboranê li dijî 'dîwarê şermê' çalakî
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ji bo 'dîwarê şermê' ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê tê çêkirin şermezar bike ev 5 roj in di rojiya mirinê de û ji bo piştgiriyê bidin şaredar Gokkan li Midyad û Kerboranê meş hatin lidarxistin.
Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji bo şermezarkirina dîwarê şermê ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tê çêkirin ji avahiya BDP'ê heta Parka Aştiyê meş hat lidarxistin. Parlamenterê Mêrdînê yê BDP'ê Erol Dora, endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Faruk Saglam, rêvebirên BDP'ê, nûnerên êzidiyan, Komeleya Selahattîn Eyyûbî, Komeleya Suryaniyan, Komeleya Mihalmiyan û gelek welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de dovîzên; "Di çêkirina dîwar de Şaron, berdestê Erdogan e", "Şoreşa Rojava bê xwedî nîne", "Em desturê nadin dîwarê şermê", "Kek Mesud bavê xwe bîne bîra xwe, Rojava ne bê xwedî ye" û pankarta "Dîwarê Berlînê hat hilweşandin, Dê dîwarê Îsraîlê bê hilweşandin û em desturê nadin dîwarê şermê yê Tirkiyeyê" hatin vekirin. Her wiha flamayên YPG, HPG, KCK hatin vekirin û dirûşmên, "Bijî berxwedana Rojava", "PKK gel e, gel li vir e", "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
'JI BO GELAN JI HEV BIQETÎNIN DÎWARAN ÇÊDIKIN'
Piştî meşê li Parka Aştiyê rêz hat girtin. Li ser navê girseyê parlamenter Erol Dora axivî û balkişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye vekirin û diyar kir ku di vê pêvajoyê de mirin ne qewimîne û wiha got: "Ev nîşan dide ku birêz Ocalan, gerîla, gelê kurd, çiqasî evîndarê aştiyê ne." Dora da zanîn ku partiya wan li hember hemû bawerî, ziman û nasnameyan rêz digire, ji bo vê yekê têdikoşin û wiha pê de çû: "Lê hinek hêz ji bo gelan ji hev biqetînin dîwaran çêdikin. Em vê lêkirina dîwar şermezar dikin û ger çêkirina dîwar raneweste wekî BDP em ê helwesta xwe ya siyasî nîşan bidin. Em vê yekê qebûl nakin."
Piştî axaftina Dora, Sîman Polî yê 70 salî bi çar zimanan daxuyanî da û diyar kir ku ji bo şermezarkirina dîwar dê biçe Nisêbînê û bikeve grevê. Piştî berzkirina dirûşman girse belav bû.
LI KERBORANÊ MEŞ Û BANGEWAZÎ
Çêkirina dîwarê şermê li navçeya Kerboranê jî bi meşeke girseyî hat şermezar kirin. Parlamenterê Mêrdînê yê BDP'ê Erol Dora, endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Faruk Saglam, rêvebirên BDP'ê tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, YPG'ê hatin vekirin. Meş ji avahiya BDP'ê destpê kir û li Parka Miradê Kinê bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên; "Ji Îmraliyê re hezar silav", "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin berzkirin.
Piştî meşê rêz hat girtin û sirûda 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin. Li ser navê girseyê serokê Rêxistina BDP'ê ya Kerboranê Abdurrahman Arslan axivî û diyar kir ku piştgiriyê didin çalakiya şaredara Ayşe Gokkan. Arslan ji bo meşa 7'ê mijdarê ku li Nisêbînê bê lidarxistin, banga tevlibûnê kir û diyar kir ku dê bi sed hezaran li Nisêbînê diwarê şermê hilweşînin.