Li Mêrdînê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Mêrdînê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Mêrdînê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di navbera navçeyên Mêrdîn Midyad û Kerboranê de qezayeke trafîkê rû da û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, yek jê giran 5 kes birîndar bûn.
Di kîlometreya 13. a rêya bejahî ya Midyad-Kerboranê de, wesayîta bi ajokariya Bîlal Gumuş (35) qulipî.
Di bûyerê de Bedrettîn Kaplan (66) û hevsera wî Manîfe Kaplan (66) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Ji heman malbatê Besne Gumuş (32), Bîlal Gumuş (35), Mazlûm (10), Dogan (8) û Ûmût (11) birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ji birîndaran rewşa Besne Gumuş giran e û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.