Li Mêrdînê nûnerên gel ên BDP'yî li dijî dîwar dest bi greva birçîbûnê dikin
Li Mêrdînê nûnerên gel ên BDP'yî li dijî dîwar dest bi greva birçîbûnê dikin
Li Mêrdînê nûnerên gel ên BDP'yî li dijî dîwar dest bi greva birçîbûnê dikin
Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz di çalakiya destekkirina Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan de diyar kir ku bijartiyên BDP'yî yên li herêma Mêrdînê, dê li dijî dîwarê şermê ji sibê û pê ve bêyî dorveger û bêdem dest bi greva birçîbûnê bikin.
Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Mêrdînê, bi armanca destekkirina Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a piştî greva birçîbûnê ya 3 rojan çalakiya xwe veguheran rojiya mirinê, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî li qadeke nêzî cihê çalakiya Gokkan hat dayîn û bi sedan kes lê amade bûn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, da xuyakirin ku Şaredarên BDP'yî yên navçe û bajarokên Mêrdînê, endamên meclîsên bajar û şaredariyan, dê sibê saet di 12:00 de bi armanca piştgirîdayîna Gokkan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.
Kaymaz destnîşan kir ku li hemberî "dîwarê şermê" yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de tê lêkirin, divê her kesên li Tirkiyê ji xwe re dibêje demokrat e, nerazîbûnê nîşan bide.
Kaymaz diyar kir ku eger di encama çalakiya wan a greva birçîbûnê de lêkirina dîwar neyê rawestandin, ewê her derê bikin qada serhildanê û çalakiyên radîkaltir pêk bînin.
Kaymaz ragihand ku Hevserokên BDP, HDP û KCD'ê jî wê beşdarî mîtînga girseyî ya 7'ê Mijdarê ya li Nisêbînê bibin. Kaymaz diyar kir ku wê li Midyad û Kerboranê di 3ê mehê, li navenda Mêrdîn, Qoser û Stewrê di 4'ê mehê û li Dêrik û Şemrexê jî di 5 mehê de meşên girseyî werin lidarxistin.