Li Menacîr pevçûn: Oparasiyona YPG’ê didome

Li Menacîr pevçûn: Oparasiyona YPG’ê didome

 Oparasiyona ‘Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re’ ya ku YPG’ê li dijî komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) dabû destpêkirin li herêma Serêkaniyê berdewam e. Piştî bajaroka Til Xelef û gelek gundên din ji aliyê YPG’ê ve hatin rizgar kirin. Niha li gundê Menacîr pevçûn di navbera YPG’ê û komên çete yên DAIŞ’ê de rûdidin.

Oparasiyona ‘Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re’ ya ku YPG’ê li dijî komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) dabû destpêkirin li herêma Serêkaniyê berdewam e. Piştî ku hêzên YPG’ê bajaroka Til Xelef  û gundên ‘Hemo, Tiwymiyê, Herdan, Ezîziyê, Til Erqem, Xirbêt Betame, Xirbêt El-Benat û Xirbêt Xezal’ hatin rizgarkirin. Niha li gundê Menacîr ya ku 25km başûrî bajarê Serêkaniyê dikeve, di vanbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn rûdidin. Gundê Menacîr çeteyan wek wargehekê û ji bo êrîşên xwe bikar dianîn.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, YPG’ê di derengiya şeva din de dest bi oparasiyoneke berfireh li herêma Serêkaniyê bi navê ‘Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re’ da destpêkirin. Di encamê de herêma Esfer Necar ji destê çeteyan di saetên sêbê de hate rizgarkirin, piştre bajarokê Til Xelef û gundên derdora wê hate rizgarkirin.