Li Licê di navbera leşker û gundiyan de rageşî
Li Licê di navbera leşker û gundiyan de rageşî
Li Licê di navbera leşker û gundiyan de rageşî
Li navçeya Amed Licê, leşkerên xwestin têkevin nava gund ji ber nerazîbûna gel neçar man şûnde vegerin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leşkeran xwestin li mezra Miheme ya gundê Kerwas a Licê derkevin operasyonê.
Hat ragihandin, ku gundiyên dîtin leşker tên li derveyî mezrayê bend danîn û nehiştin leşker têkevin mezrayê. Leşkeran bi bombeyên gazê hewl dan gundiyan belav bikin, lê li ser bersivdayîna gundiyan a bi keviran leşker neçar man vekişin qereqola xwe.