Li Kongoyê ji kolêrayê 500 mirov mirin

Li gorî bîlançoya dawî ya Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) li Komara Kongo ya Demokratîk ji ber nexweşiya kolêrayê hejmara kesên ku mirin bûne 517.

Rêveberê WHO’yê yê ji kolêrayê berpirsyar  Domînîque Legros diyar kir, heya niha 18 hezar veqayên kolerayê hatine tespîtkirin û ji bo derziyê li sed hezaran mirovî bixin wan karûbarê xwe kirine.

Tê gotin hêla kolêrayê ku bêhtir li herêmên rojhilatê welêt diyar dibe, bi çemê Kongoyê re, ber bi rojava ve, berbelav dibe. Hêlê herî dawî xwe gihandibû Kîsanganî ya rojhilatê bakur, Mbandaka ya rojava û paytext Kînshasayê û bibû sedem ku gelek kes jê bimirin.

Li gorî WHO’yê hêl bi taybetî li wan deverên wiha berbelav dibe ku li wan deveran personelê tenduristiyê têkildarî kolêrayê têra xwe bi tecrûbe ne.