Li Kobanê berxwedan di roja 62’yemîn de ye
Li Kobanê berxwedan di roja 62’yemîn de ye
Li Kobanê berxwedan di roja 62’yemîn de ye
Li Kobanê ev 62 roj e şervanên YPG û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin. Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG-YPJ’ê ya li eniya Rojhilat û Başûr ket ber dîmenan. Çete ji dora deriyê sînro hatin durxistin û li dijî vê berxwedana dîrokî êrîşên bi topên hewanê, hatin dîtin.
Berxwedana Kobanê di roja 62’emîn de berdewam dike. Berxwedana gelê Kobanê ku bi pêşengiya YPG û YPJ’ê pêş dikeve, mora xwe li dîrokê dixe û hemû mirovahiya cîhanê tê qebûlkirin û eleqeyek mezin dibînin. Bi hezaran kesên ku xwestin di vê berxwedanêde cihê xwe bigirin tevlî çalakiya li xeta sînor a Kobanê tê meşandin bûn û ji her baweriyê welatiyan li eniyên sînor cihê xwe girtin. Çeteyên ku bi tank, top û hawanan 3 hezar û 62 gundên Kobanê dagirkirin, li Kobanê bi îradeya YPG û YPJ’ê re hat rû hev.
Li Rojhilat ji Girê Spî, li Rojava ji Cerablus û ji Başur jî ji Bab, Minbis û Ezazê êrîş kir û her tim hêz teqwiye kir. Çete û yên ku piştgiriyê didin wan xeyalên ku dê Kobanê têk bibin kirin. Lê li her sê eniyan hêzên berxwedêr, li ber xwe dan û li Taxa Kaniya Kurdan û Girê Miştenûr û taxên Başur li dijî çeteyan têkoşînek mezin dan.
Di dîmenên ku ajansa me ji nuqteya sifir kişandiye de tê dîtîn ku li eniya başûr a bajar û eniya rojhilat a bajar çete hatine paşdexistin û berxwedanek mezin didome. Tê gotin ku li herêmên hundir ên bjar çete rasterast topên hewanê diavêjen taxê û hêzên berxwedêr jî li eniyan têkoşînek bêhempa didin. Çeteyên ku di rojên buhrî de bi topên hewanê komkujiya sîvîlan pêk anîne li gorî dîmenê berê tê dîtin ku ji her sê eniyan jî paşde hatine xistin. Dîsa di rojên buhrî de çeteyên ku ji bo deriyê sînor ê Murşîtpinarê bigirin top avêtin û di van dîmenan de hat dîtin ku derî hatiye paqijkirin.
Li aliyê din jî li taxên ku rastî dagirkeriya çeteyan hatine avahiyên saxlem nemane û tax wêran bûne.



