Li Kerkûkê li dijî navenda polîsan êrîş
Li Kerkûkê li dijî navenda polîsan êrîş
Li Kerkûkê li dijî navenda polîsan êrîş
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê, di encama êrîşeke xwekujî ya li dijî navendeke polîsan de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, êrîşa xwekujî li dijî navenda polîsan hat kirin. Di êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 7 kes jî birîndar bûn. Der barê nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane de heta niha ti agahî nehatin bidestxistin.
Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe ya 31'ê Cotmehê de ragihandibû ku di encama êrîşên li Iraqê yên di meha Cotmehê de 979 kesan jiyana xwe ji dest dane, 793 kes jî birîndar bûne. Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku ji miriyan 852 jê sivîl, 127 jê endamên hêzên polîs û artêşê ne.
Ev bîlanço li dû Nîsana 2008'an ku tê de 1.078 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bîlançoya herî giran a mehekê ye. Di sala 2008'an de li Iraqê şerê mezhebî dihat jiyîn. Bi dehhezaran kesî ji ber van pevçûnan jiyana xwe ji dest dabûn.