Li Kerkûkê êrîş: 2 mirî, 13 birîndar
Li Kerkûkê êrîş: 2 mirî, 13 birîndar
Li Kerkûkê êrîş: 2 mirî, 13 birîndar
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê di encama 4 teqînên li herêmên cuda de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn. Êrîşên hevdem li hemberî hêzên polîsan hatin kirin.
Li navenda bajarokê ez-Zab a li rojavayê Kerkûkê, di encama teqîna bombeyeke li kêleka rê hatibû bicihkirin de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, yek jê giran 3 kes jî birîndar bûn.
Di sê teqînên li herêmên cuda yên bajêr de jî 4 jê polîs 10 kes birîndar bûn. Rayedaran diyar kirin ku di êrîşa li hemberî wesayîta polîsan a li navenda bajêr li dewriyê digeriya de 3 jê polîs 6 kes birîndar bûn.
Li navenda Kerkûkê jî di encama êrîşeke bombeyî ya li hemberî wesayîta polîsan de yek jê polîs 4 kes birîndar bûn. Li başûrê bajêr jî li pêş mala leşkerekî teqînekê rû da, lê tiştek bi kesî nehat.
Mudurê Giştî yê Tenduristiyê yê Kerkûkê Doktor Kerîm Velî jî piştrast kir ku di sê teqînên êvara Duşemê de 10 kes birîndar bûne.