Li Kerboranê derebe nehatin vekirin

Li Kerboranê derebe nehatin vekirin

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, beriya çalakiya şermezarkirina "dîwarê şermê" dikandaran derebeyên xwe daxistin.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, beriya çalakiya şermerzarkirina "dîwarê şermê" ku ji aliyê rêxistina BDP'ê ya navçeyê ve saet di 14:00 de pêk tê, li navçeyê jiyan sekinî. Li navçeyê ji bilî dermanfiroş û firinan, ti dikan nehatin vekirin. Polîsan jî bi maşînên zirxî yên bi tîpa akrep û TOMA, dor li navçeyê girtine.