Li Kendava Îranê aloziya navbera DYA û Îranê
Tê gotin, li Kendava Îranê kêm mabû aloziyek mîna ya çend hefte beriya niha di navbera hêzên deryayî yên Amerîka û Îranê de biqewime.
Tê gotin, li Kendava Îranê kêm mabû aloziyek mîna ya çend hefte beriya niha di navbera hêzên deryayî yên Amerîka û Îranê de biqewime.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) Jeff Davîs îdîa kir, ku Mûxafizên Şoreşê yên Îranê careke din bi rengekî 'ne profesyonel' tevgeriyan. Berdevk diyar kir, li Kendava Îranê, 7 botên Îranê xwe nêzî keştiya DYA kirin, ku ji bo dewriyê li herêmê digeriya û kêm mabû li hev bikevin.
Berdevkê Pentagonê Jeff Davîs da xuyakirin, ku bûyer roja Yekşemê qewimî û bi saya hişyariyên bi rêya radyoyê hatin kirin, wan pêşî lihevketian botên Mûxafizên Îranê û keştiya DYA, girtine.
Davîs anî ziman, wezîfedarên DYA hewl dan bi rayedarên Îranî re bi rêya radyoyê têkiliyê deynin, lê bersiv negirtine.