Li Îranê girtiya siyasî ya Kurd rakirin nexweşxaneyê

Li Îranê girtiya siyasî ya Kurd rakirin nexweşxaneyê

Li paytexta Îran Tehranê, girtiya siyasî ya Kurd Meryem Mûkadesî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, ji ber ku demeke dirêj nehat dermankirin rewşa nebaş a tenduristiya wê giran bû, lewma ew rakirin nexweşxaneyê.

Meryem Mûkadesî ya nexweşa gurçikê, ji bo şert û mercên nebaş ên ragirtinê û xemsariya rayedaran şermezar bike, demeke dirêj di greva birçîbûnê de bû. Hat ragihandin, ji ber Mûkadesî demeke dirêj nehat dermankirin rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Der heqê rewşa dawî ya Mûkadesî de agahî nehat bidestxistin.

Mûkadesî ku di bihara 2010'an de bi hinceta hevkarî bi partiyeke Kurd a mûxalîf re kiriye hat girtin, bi 9 salan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.