Li Îranê cezayê darvekirinê yê li girtiyekî siyasî yê Kurd hat erêkirin
Li Îranê cezayê darvekirinê yê li girtiyekî siyasî yê Kurd hat erêkirin
Li Îranê cezayê darvekirinê yê li girtiyekî siyasî yê Kurd hat erêkirin
Piştî ku hefteya bihurî du siyasetmedarên Kurd hatin darvekirin, Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê li siyasetmedarê Kurd ê bi navê Mansûr Arwend hatibû birîn, erê kir.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, cezayê darvekirinê yê der heqê Mansûr Arwend de hatiye dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin. Fikar û guman hene ku Arwend di her kêliyê de bê darvekirin.
Arwend li girtîgeha Ûrmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê tê ragirtin. Lİ gorî hin çavkaniyan, li vê girtîgehê ji 29'ê Cotmehê û vir ve 11 girtî hatine darvekirin.
Mansûr Arwend, beriya du salan bi hinceta ku ku bi rêxistineke Kurd re hevkarî kiriye li Mahabadê hatibû girtin.
Di 26'ê Cotmehê de li Girtîgeha Ûrmiyê endamê PJAK'ê Hebîbûllah Gulperîpûr û li girtîgeha Selmasê jî girtiyê siyasî Riza Îsmaîlî Mamedî hatibûn darvekirin.
Tê gotin ku di hefteya bihurî de li Îranê zêdeyî 20 kes hatine darvekirin. Ev darvekirinên ji nişka ve, fikar û gumanan zêde dikin ku girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehan bên darvekirin. Rêxitina Efûyê da xuyakirin ku Zanyar û Lokman Mûradî dibe ku bên darvekirin û bang li rejîma Îranê kiribû ku darvekirinan rawestîne. Her du girtiyên Kurd di bin îşkenceyeke giran de zor li wan hatibû kirin ku berpirsyariya bûyereke kuştinê ya sala 2009'an bigirin ser milê xwe û di sala 2010'an de jî cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.