Li herêma Efrînê şer: 39 çete hatin kuştin

Li herêma Efrînê şer: 39 çete hatin kuştin

Li herêma Efrînê komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê duh êvarê êrîşî 3 noqteyên YPG’ê yên li gundên Qestel Cindo, Meerîn û Yazibax kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û şer derket. Di encama şer de 39 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, duh danê êvarê komên girêdayî DAIŞ’ê êrîşî noqteyên YPG’ê yên li li gundên Meerîn, Yazîbax  û Qestel Cindo  kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv daye û şer derketine. Hate gotin ku di encama şeran de li derdora gundê Qestel Cindo 31, li gundê Yazibax 5 û Meerîn jî  3 endamên çeteyan hatine kuştin.

Hate ragihandin ku li herêmê şer û pevçûn cih bi cih dom dikin.