Li hember şideta li dijî jinê li Xalfetî meş

Li hember şideta li dijî jinê li Xalfetî meş

Yekemîn aktîvîteya “Ji Xwişkên Mîrabel heta Sakîneyan, em li Kobanê Arîn li dijî sînor Kader in” a wê  li sînorê Kobanê bê lidarxistin, li navçeya Xalfetî ya Riha pêk hat. Jinên ji avahiya DBP’ê heta şaredariyê meşiyan diyar kirin ku wê bi ruhê berxwedêr ê Arîn Mîrxan, Reyhan Cabbarî û Kader Ortakaya têbikoşin.

Jinên li Xalfetî bi dirûşma,“Ji Xwişkên Mîrabel heta Sakîneyan, em li Kobanê Arîn li dijî sînor Kader in” derketin kolanan, ji ber avahiya DBP’ê ya Xelfetî heta Şaredariya Xelfetî meşiyan û li vir daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di meşê de dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî”  û “Zilam lê dide, zilam diparêze” hatin gotin, Hevşaredarên Xelfetî Ayşe Dûrmûş û Mustafa Bayram, rêveberên DBP û HDP’ê jî tevlî meşê bûn.

Li ser navê jinan Naîme Bayram ku daxuyanî da got, “Em aşkera dikin ku em ê îsal 25’ê Mijdarê di kesayeta Arîn Mîrxan, Reyhan Cabbarî û Kader Ortakaya de diyarî jinên berxwedêr bikin û bi heman ruhî em ê têbikoşin.” Jinan ji bo 25’ê Mijdarê banga tevlîbûnê li tevayî jinan kirin. Piştî daxuyaniyê girse çû serdana jina ku dema xwest ji kesê wê birevîne rizgar bibe xwe ji wesayîtê avêt birîndar bû û li nexweşxaneyê tedawî dibe.