Li Girê Spî 19 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 19 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 19 çete hatin kuştin
Li Girê Spî, di çarçoveya çalakiyên YPG'ê yên bi navê "Çalakiya Tolhildana Şehîd Şervan" de 19 çete hatin kuştin. Pevçûnên li herêmê dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatin wergirtin, duh êvarê saet di 20:00 de YPG'ê bi navê "Çalakiya Tolhildana Şehîd Şervan" li gundên Sûsik, Bîr Kino, Melûh û El Gûmer ên Girê Spî li dijÎ komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) rêze çalakî lidar xist.
Hate zanîn di encama şerên hînê didome de 19 endamên komên DAIŞ/Cephet El Nusra/ Ehrar Şam hatin kuştin û gelek ji wan hatine birîndarkirin.
Hat ragihandin ku li gundê Sûsik 2, li gundê Bîr Kino wesayîtek leşkerî hatine rûxandin û çeteyên tê de hatine kuştin. Di çalakiyê de şervanê YPG’ê yê bi navê Qehreman Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn piştî rêze çalakiyan li herêmê şer didome û vê sibê li gundê Sûsik 2 endamê DAIŞ hatine kuştin û wesayîtek li ser rêya navbera Yarqo û Bîr Kino de hatiye rûxandin û kesên tê de hatine kuştin.