Li Geverê serdegirtinên malan
Li Geverê serdegirtinên malan
Li Geverê serdegirtinên malan
Li navçeya Colemêrg Geverê di encama serdegirtinên malan de gelek ciwan hatin binçavkirin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, di encama serdegirtina malên li taxên Yeşîldere, Gungur, Kişla û gundê Xurekana Serî de gelek ciwan hatin binçavkirin. Tîmên taybet ên polîsên Tirk nîvê şevê avêtin ser 25 malan û Nadîfe Oren, Ozgur Dayan, Evliya Şedal, Recep Terzîoglû, Savaş Ozgur, Savaş Kemalî, Yaşar Kirdar, Îlyas Yurek, Fatîh Kûtlûk, Zafer Kûtlûk, Şîrvan Kûtlûk, Kevkes Kilicak, Cîhat Harmanci, Mazlûm Harmanci û Umît Macît kirin bin çavan.
Hat ragihandin ku di serdegirtinan de pace û deriyên malan hatine şikandin, polîsan bi pêlavên xwe yên herî û qirêj ketine nava malan, zexta psîkolojîk li xelkê li malan kirine.
Hat hînbûn ku serdegirtinên malan bi fermana dozgeriya Wanê ve hatiye kirin û yên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Colemêrgê. Hat ragihandin lêgerîna li hin malên li navçeyê dewam dike, ketin û derketina ji navçeyê ji aliyê tîmên taybet ve tê kontrolkirin.