Li Geverê pevçûn

Li Geverê pevçûn

Piştî bihezaran Geveriyên ji bo protesto kirin darvekirinên rejima Îranê meşiyan Deriyê Sinorê Bajargehê, di vegerê de di navbera ciwan û polîsên Tirk de pevçûnê rûda.

Li navenda Geverê, Yeşîldere û gelek taxên wê di navbera ciwanên ku darvekirina du girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyê Îranê ve û polîsan de pevçûnê rûda. Polîsên ku bi bombeyên gazê û guleyên plastic êrîşî ciwanan kirin, ciwanan jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan.

Di pevçûna ku li navenda navçeyê demekî kurt destpêkir, bombeyek gazê ya polîsan bêserûber avêt li malekê ket. Hate ragihandin ku, ji ber bombeya gazê agir bi malê ket û zirarek mezin rû da.

Li nava taxan di navbera ciwan û polîsan de pevçûn cih cih didomin.