Li gelek bajarên Fransayê polîsan çalakî li dar xistin
Li Fransayê çalakiyên polîsan ên ji bo budçeyek zêde û zêdekirina tevdîrên ewlehiyê ji meha Cotmehê ve dewam dike.
Li Fransayê çalakiyên polîsan ên ji bo budçeyek zêde û zêdekirina tevdîrên ewlehiyê ji meha Cotmehê ve dewam dike.
Çalakiyên polîsan ku dikeve hefteya sêyemîn, tevî ku hefteya bihurî hikûmetê behsa budçeyek zêde ya 250 mîlyonî kir jî bi dawî nebûn.
Polîs dibêjin ku bi taybet ji meha Mijdarê ve ji ber sepanînên Rewşa Awarte şertên xebatê zor bûne û dema wezîfeyê tundî li ser wan tê bikaranîn, duh li Marsîlya, Nantes û Toûloûseyê çalakî li dar xistin.
Li çalakiyên Marsîlya û Nantesê 150-200 polîs amade bûn, hat gotin ku herî kêm 400 polîs tevlî çalakiya Toûloûseyê bûne.
Li gor raporek meha Cotmehê, sala 2015’an di bûyeran de 12 hezar 400 polîs birîndar bûn, 6 polîsan jî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo 6 mehên destpêkê yên vê salê jî tê gotin ku 6 hezar û 753 birîndar bûne, li gor heman pêvajoya 2015’an ji sedî 14 zêdehî çêbûye.
Sendîkayên polîsên Fransa ji bo daxwazên xwe dawiya meha Cotmehê meş li dar xistibûn.